Tirkiyê Helîkoptera li Dêrsimê ketiye, hatin dîtin

Helîkoptera li Dêrsimê ketiye, hatin dîtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Termên kesên ku li Dêrsimê, di bûyera ketina helîkopterê de canê xwe ji dest dabûn hatin dîtin û bo morga Nexweşxaneya Zanîngeha Feradê ya Xarpêtê hatin veguhestin.

Duh di demjimêrên nîvroyê de, helîkopetreke skorsky ku tê de 7 polîs, efserek, dadwerek û 3 karmendên serbaziyê hebûn li navçeya Pilemorî, ket xwarê.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê ragehand, tê pêşbînîkirin helîkopter ji ber sedemên rewşa hewayî ketiye, ji derve êriş nehatiye kirin. Sedemên bingehîn dê piştre ragehînin.

Tîmên rizgarkirinê gihîştin cihê bûyerê û 12 term îro bi helîkopteran bo Xarpêtê hatin veguhestin.