Sed sal di ser jidayikbûna Dr.Nûredîn Zaza re derbas dibe

Îro sed sal di ser rojbûna rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Dr.Nûredîn Zaza re derbas dibe. Dr.Nûredîn li gel birayê xwe Dr.Ehmed Nafiz Beg ku ji Tirkiyê hatine sergûnkirin û berê xwe dane Sûriyê, xebateke mezin li Rojavayê Kurdistanê meşandin û xebata herî berçav û giring ew bû, di sala 1957an de li gel Apê Osman Sebrî û hin kesayetên din Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê damezrandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro sed sal di ser rojbûna rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Dr.Nûredîn Zaza re derbas dibe. Dr.Nûredîn li gel birayê xwe Dr.Ehmed Nafiz Beg ku ji Tirkiyê hatine sergûnkirin û berê xwe dane Sûriyê, xebateke mezin li Rojavayê Kurdistanê meşandin û xebata herî berçav û giring ew bû, di sala 1957an de li gel Apo Osman Sebrî û hin kesayetên din Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê damezrandin.

15 meha sibatê ya sala 2019ê, sed sal li ser rojbûna Dr.Nûredîn Zaza re derbas dibe. Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Konê Reş bi vê boneyê pirtûkek li ser kurtejiyana Dr.Nûredîn berhev kiriye ku tê de çalakiyên wî yên siyasî û rewşenbîrî çi li Sûriyê û Libnanê û çi jî li Ewropayê tîne ziman, herweha berhemên wî yên wêjeyî jî cihê xwe di pirtûkê de girtine.

Dr.Nûredîn Zaza di ciwaniya xwe de û di dema xwendinê li Sûriyê, Libnan û ewropayê jî her û her kar û xebata Kurdewarî ranewestandiye. Ji sala 1930î û ta sala 1957an gelek çalakiyên cur be cur kirine, wek damezrandina komeleyên çandî û yekemîn yaneya fotbolê bi navê Kurdistan li Şamê paytexta Sûriyê, herweha karîbû 12 hejmaran ji kovara bi navê Dengê Kurdistan belav bike, lê ya herî giring di jiyana wî û tevaya Kurdên Rojavayê Kurdistanê de damezrandina yekemîn partiya bi navê partiya demokrat a Kurdistanê li Sûriyê bû û bi sedema xebata wî rastî gelek zordariyê hatiye.

Nivîskar Konê Reş dibêje ku şopandina jiyana Nûredî Zaza dûrî jiyana birayê wî yê mezin Dr. Ehmed Nafiz Beg nayê cudakirin, çimkî jiyana herduyan bi hevre hatiye hûnandin û Nûredîn li ser destê birayê xwe hatiye perwerdekirin. Ji ber wê jî peyamnêrê K24ê Dilovan Çeto û rewşenbîr Konê Reş berê xwe da gora Dr.Ehmed Nafiz Beg li gundê Dugirê ya girêdayî bajarê Tirbespiyê û dareke Zeytûnê li ber kêla wî çand.

Dr.Nûredîn Zaza di 15 Sibata sala 1919an de li gundê Madenê li Bakurê Kurdistanê jidayik bûye û li gel birayê xwe Dr. Ehmed sergûnî Sûriyê bûye û piştî gelek astengî û xebateke dirêj di ber mafê gelê Kurd de, li Lozana Siwêsrayê cih girt û di 7 Cotmeha sala 1988an de koça dawî kir û li goristana Lozanê bi axê hate sipartin.