Kurdistan 34 kes bi tuhmeta PKKê hatin binçavkirin

34 kes bi tuhmeta PKKê hatin binçavkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyê bi tometa endamtiya PKK'ê 34 kes hatin binçavkirin, ku di nav de zarokên jêr temenê 18 saliyê jî hene.

Birêveberiya Ewlekariya Edenê, bi mebesta pêşîgirtina bûyeran û nêzîkbûna salvegera radestkirina rêberê PKK Ebdula Ocalan, li bajêr operasyon birêve bir.

Duh, jî hember xwendekarên zanîngehê û berpirsên HDPê yên tax û navçeyên Edenê operasyon hatibû kirin û bi dehan kes hatibû binçavkirin. Her wiha di operasyonên tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de 544 kes hatibûn binçavkirin.

Di navbera du rojan de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bi mebesta nêzîkbûna roja girtina Ebdula Ocalan ya 15'ê Sibatê,  hejmara kesên hatine binçavkirin ji 600 kesan derbas bû.

Hat ragehandin, gelek kesên hatine binçavkirin, zarokên di jêr 18 saliyê re ne.