Li Tirkiyeyê 12 bajar derbasî statûya bajarên mezin dibin

Li gor nûçeya rojnameya Sozcûyê Rêveberiya AK-Partiyê ya Karên Şaredariyan planek amade kiriye ku, statûya bajarên ko serjimariya wan ji 500 hezaran zêdetir e bigûhere û bibin bajarên mezin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor nûçeya rojnameya Sozcûyê Rêveberiya AK-Partiyê ya Karên Şaredariyan planek amade kiriye ku, statûya bajarên ko serjimariya wan ji 500 hezaran zêdetir e bigûhere û bibin bajarên mezin.

Li gor vê planê 12 bajar derbasî statûya bajarên mezin dibin. Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî  Yildirim dê pêşniyara gûhertina statûya bajaran pêşkêşî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî bike û biryara dawî jî dê Erdogan bide. Ger Erdogan erê bike bajarên wekî Batman, Agirî, Semsûr, Sewas û Elezîz yên bakurê Kurdistanê dê bibin bajarên mezin.

Li Tirkiyeyê 81 parêzgah hene û 30ê wan bajarên mezin in.