“Ji bo ahenga piştevaniya referandûmê, 35 endamên ENKSê hatin binçavkirin”

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de da zanîn, ji ber amadekariyên ji bo ahenga piştgîriya referandûma serxwebûna Kurdistanê, hêzên ser bi Rêveberiya Xweser 35 endam û serkirdeyên ENKSê Li Rojavayê Kurdistanê binçav kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyek de ragihand, “Di du rojên borî de, hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) 35 ji kadroyên partiyên di nava ENKSê de binçav kirin.”

Emîndariya Giştî ya ENKSê navê 35 kesan di daxuyanê de anî, ku li ser destê hêzên li Rojavayê Kurdistanê hatine destgîrkirin. Di nav wan de jî çalakvan û endamên serkirdeyên partiyên ENKSê hene.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya 5 hezar kesan û bi bilindkirina Ala Kurdistanê duh 15ê Îlonê ahengek ji bo piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê birêve çûbû.