Encûmena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê daxuyaniyekê belav dike

Civîna Encûmena Serkirdayetiya Siyasî ya Kurdistanê bidawî bû, navê encûmenê hat guhartin û bû Encûmena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Encûmena Serkirdayetiya Siyasî ya Kurdistanê bidawî bû, navê encûmenê hat guhartin û bû Encûmena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê.

Peyamnêrê K24ê ragihand, Encûmena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê tekezî li wê yekê kir, gelê Kurdistanê dengên xwe dan serxwebûna Kurdistanê.

Piştî civînê, Encûmena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, guhartinên siyasî û kervedanên navdewletî, herêmî û Iraqiyan yên li hember referandûmê hatin guftûgokirin û civîn gihêşt van xalên li jêr:

Yekem: Civîn pabendî vîna gelê Kurdistanê ye ku di riya dengdana di referandûma 25ê Îlonê de bi azadî derbirî. Herwiha cibicîkirina encamên referandûmê li ser zemînê bi diyalogeke avaker û berpirsyane. Ji ber wê civînê amadehiya xwe ji bo destpêkirina diyalogeke vekirî, bê merc, sizadan û dorpêçkirin ligel Bexdayê derbirî.

Duyem: Sepandina sizayan li ser gelê Kurdistanê, ne yasayî û ne berpirsiyane ye û alozkirina rewşa siyasî xizmeta berjewendiya ti aliyelî nake.

Sêyem: Civîn ji raya giştî ya cîhanê û Hevpeymaniya Navdewltî radigihîne, ku gelê Kurdistanê rûbirûyî dorpêçkirin, sizadana bi komî û gefê bikaranîna hêzê bûye, ev rewşa mirovî û jiyana xelkê û penaberên li Iraq û Kurdistanê dibe qonaxeke metirsîdar û daxwaz dike sînorek ji van gef, dorpêçkirin û sizadana bikomî bê dayîn.

Çarem: Amadebûn civînê biryar dan, civîna partî û aliyên siyasî di bin navê Encûmena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê berdewam be.