Aloziyên Almanya-Tirkiye û bandora wê li pêwendiyên bi YE re

. Almanya Tirkiyeyê tohmetbar dike ko maf û azadiyan binpê dike û ji hêjayiyên Ewropayê dûr dikeve

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêwendiyên Tirkiye Almanya ko 2 welatên xwedî danûstandinên dîrokî ne roj bi roj xirab dibe. Almanya Tirkiyeyê tohmetbar dike ko maf û azadiyan binpê dike û ji hêjayiyên Ewropayê dûr dikeve. Lewra ji Yekîtiya Ewropayê daxwaz dike ko pêvajoya danûstandinên endamtiya Tirkiyeyê bo Yekîtiya Ewropayê an bidawî were an jî were sekinandin. Lê rayedarên Yekitiya Ewropayê derbarê vê mijarê de xwedî nêrînên cûda nin.

Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker dibêje Tirkiye bi lezgînî ji Ewropayê dûr dikeve.

Tirkiye bi lezgînî ji hejayiyên Ewropayê dûr dikeve. Pirsa ko pêwîst e were pirsîn ev e: Gelo dema bidawîkirina danûstandinên digel Tirkiyeyê hatiye an nehatiye?

Serokê Parlementoya Ewropayê Antonîo Tajanî jî diyar dike ko gelek zehmet e Tirkiye bibe endamê Yekitiya Ewropayê. Lê divê pêwendiyên wan berdewam bike û Tajanî deriyê Ewropayê ji Tirkiyeyê re vekirî dihêle.

Li gor Berpirsa Karên Derva ya Yekitiya Ewropayê Federîca Mogherînî jî:

Dê pêwendiyên wan berdewam bike. Ew dê pirsan him di nav xwe de him jî digel Tirkiyeyê gengeşe bikin û ev gengeşe dê dahatûya pêwendiyan diyar bike.

Raportora Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê Katî Pîrî jî gelek caran tîne ziman ko li Tirkiyeyê maf û azadî tên binpêkirin. Li gor wê sekinandina pêwedniyan naye wateya dawîkirina pêvajoya endamtiya danûstandinan. Lê niha behskirina endamtiya Tirkiyeyê ne mimkûn e.

Şewirmenda Almanyayê Angela Merkel jî baweriya xwe bi Tirkiyeyê re nayne ko bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Lewma divê alîkariyên aborî yên berî endamtiyê jî werin sekinandin. Ger welatên Yekîtiya Ewropayê piştevaniya hizrên wan ên derbarê Tirkiyeyê de nekin dê encam gelek xirab be.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron berevajî Merkelê radigihîne ko nabe danûstandinên digel Tirkiyeyê werin sekinandin. Dibe ko Tirkiye ji hejayiyên Yekitiya Ewropayê dûr ketibe. Lê divê ji ber gefa terorê û pirsa penaberan pêwendiyên wan berdewam bike.

Pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê bo Yekitîya Ewropayê di sala 1963an de destpê kir û ev 54 sal in hêvî dike ko bibe endam.