Zaroka Serokwezîra New Zeeland çêbû

Cara duyem di dîrokê de Serokwezîrek jin, gava liser erkê xwe yê Serokwezîriyê ye zarok jê re çêdibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cara duyem di dîrokê de Serokwezîrek jin, gava liser erkê xwe yê Serokwezîriyê ye zarok jê re çêdibe.

Serokwezîra New Zeeland Jacinda Ardern vê sibehê, roja pêncşemiyê li Nexweşxaneyek li Auckland keçek anî dinyayê.

Serokwezîra New Zeeland 37 salî ye û meha Çile ragihandibû ku ducanî ye.

Serokwezîr Jacinda Ardern diyarkir ku, dê 6 hefteyan destûra bêhndayinê werbigre.

 

C.B