Tê pêşbînîkirin çekdarên Xûta Rojhelat nêzîk jê derkevin

Li gor hin jêderên bi ser hikumeta Sûriyê ve, tê pêşbînîkirin şeva roja înê, beşek ji çekdarên Opozisyonê ji deverên Xûta Rojhelat bi riya deriyê Muxeyem Elwafîdîn derkevin

K24 – Navenda Nûçeyan

 Li gor hin jêderên bi ser hikumeta Sûriyê ve, tê pêşbînîkirin şeva roja înê,  beşek ji çekdarên Opozisyonê ji deverên Xûta Rojhelat bi riya deriyê Muxeyem Elwafîdîn derkevin.

Hikumeta Sûriyê ev nêzîkî mehekê ye şerê xwe li Xûta Rojhelat girantir kiriye û kariye çendîn serkeftinan bidest bixe.

Herweha li gor hêzên hikumetê sivîl dixwazin ji Xûtayê derkevin, lê çekdar rê nadine wan. Opozisyon jî dibêje, sivîl naxwazin derkevin û deverên xwe radestî hêzên hikumetê bikin.

 

 

C.B