Sûriyê Qonaxa yekem ya rêkeftina 4 bajaran kete warê cibicîkirinê

 

K24 – Qamişlo

Xalên rêkeftina ku bi navê çar bajaran di navbera hin grûpên radîkal û mîlîşyatên Îranê de derbarê koçkirina nişteciyên hin bajarên li gundewarê Şamê paytexta Sûriyê û gundewarê Idlibê, kete warê cîbicîkirinê. Qonaxa yekemîn dest pê kir û di heyama 2 mehan de pêwist e qonaxa duyemîn jî bi dawî bibe.

Qonaxa yekemîn ji rêkeftina ku bi navê herçar bajaran hatiye naskirin kete warê cîbicîkirinê. Li gorî xalên rêkeftina navbûrî, 3 hezar û 800 çekdar li gel malbatên wan ji Zebedanê û Medaya dê ber bi gundewarê parêzgeha Idlibê ve herin, beramberî wan 8 hezar ji hejmara 16 hezaran ji weltiyên Foa û Kefriya dê li hin deverên ku rêjîmê amade kirine bi cî bibin.

Hin cavdêrên siyasî dibêjin ku ev rêkeftin dê Sûriya ber parçebûnê ve bibe û tenê dê xizmeta berjewendiyên hin welatên herêmî û navdewletî bike.

Çalkvanê Yasayî Hesen El-Esaf li ser vê rêkeftinê ji K24ê re wiha axivî: “Guhertina dîmografî li Sûriyê li ser bingeha olî û mezhebî xweş tê xuyanîkirin. Ev yek jî dê bibe sedema parçebûna Sûriyê di paşerojê de. Netewên Yekgirtî bûye leystokek di destê Amerîka û Rûsiyê de û parçebûn ji Kefriya, Foa, Zebedanê û Medaya dest pê kir û dê bighêje hemû Sûriyê.”

Ji aliyê mirovî û yasayî ve, koçkirina hijmareke mezin ji welatiyên van bajaran dibin fişara grûpên çekdar û gefa ku li ser wan tê kirin derbarê dabînkirina pêdiviyên jiyana rojane mîna xwarin, derman û şîrê zarokan, binpêkirineke aşkere ye di warê mirovî de û dê bibe sedema guhertineke dîmografî di herêmê de.

Çalakvanekî civaka sivîl Ebas Mûsa jî dibêje: “Li gorî danazana mafê mirovan di madeya 13 û 14an de dibêje ku ji mafê her mirovekî ye xwe veguhêze cihekî din, bi mercê ku biryar ya wî kesî be. Lê niha em derbarê guhertineke bi zorê ku dûrî daxwaza xelkê ye û li ser wan hatiye sepandin. Ev biryar binpêkirina mafê mirovan e û dibe sedema ku mafê mirovan têk diçe.” 

Li gorî xalên rêkeftina navhatî valakirina herçar bajaran dê li ser du qonaxan be û di heyama 60 rojî de pêşbîn e xalên rêkeftinê cîbicî bibin. Ji aliyekî din ve di heyama 9 mehan de şer li wan deveran dê bête rawestandin, herweha hezar û 500 dîlên ku li cem rêjîmê ne di qonaxa duyemîn de dê serbest bêne berdan.