Dozgeriya Tirkiyê derbarê 8 perlemanterên HDP biryarnameyê amade dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, derbarê 8 perlemanterên HDPê, bi tometa bangeşaya PKKê û bêrêziya hêzên ewlekariya Tirkiyê biryarnameyeke nû amade kir.
Serdozgeriya Komarî, derbarê perlemanterên HDPê: Osman Baydemîr, Elîcan Onlu, Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp, Nadîr Yildirim, Dîlek Ocalan, Mizgîn Îrgat û Garo Paylan, biryarnameyeke nû amade kiriye.
Hatiye îddiyakirin, ku her heşt perlemanteran di axaftinên xwe de bêrêzî li Hikûmetê û hêzên ewlekariya Tirkiyê kirine û bangeşeya rêxistina terorî kirine.
Eger wezareta dadê Biryarnameya Serdozgeriyê bişîne Perlemana Tirkiyê û Serokatiya Perleman jî mijarê gotûbêj bike, wê careke din mijara rakirina parêzbendiyan têkeve rojevê de.
N.O