Dizîna Zeyta Efrînê di rojeva Ispanya û Yekîtiya Ewrûpa de

Dizîna Zeyta Efrînê, ku ji aliyê Tirkiye ve wekî, ku li Tirkiye hatiye berhemanîn û tê firotin, piştî Parlementoya Swîsreyê, niha jî hate rojeva Parlementoya Ispanya û Komisyona Ewrûpayê

K24 – Navenda Nûçeyan

Dizîna Zeyta Efrînê, ku ji aliyê Tirkiye ve wekî, ku li Tirkiye hatiye berhemanîn û tê firotin, piştî Parlementoya Swîsreyê, niha jî hate rojeva Parlementoya Ispanya û Komisyona Ewrûpayê.

Du senatorên Ispanyayê, pirsname dan Parlementoya Ispanya û Komisyona Ewrûpayê. Di pirsnameyê de tê pirsîn: “Zeyta ji Tirkiye tê kirîn, zeyta dizînê ji Sûriye (Efrînê) ye?”

Ligor nûçeya Olive Oil Times, ger bê destnîşankirin, ku Zeyta Tirkiye difroşe Ispanya û bi navê “Made in Turkey” dikeve nav bazara Ispanyayê, ya bi awayek dizînî û neyasayî ji Sûriye ve (Efrînê) ve tê berhemanîn be, wê demê Tirkiye dikare bê sizakirin.

Di nûçeyê de herweha tê diyarkirin, ku Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiye Bekir Pakdemirli aniye ziman, ku: “Rast e ji Sûriye zeyt dikeve nav Tirkiye”, lê tu şîrove ew zeyt çawa tê bikaranîn, bo çi welatan tê firotin, nekiriye.

Her du senatorên Ispanyayê, daxwaza tevayiya belgeyan liser zeyta ji Tirkiye tê kirîn, dikin – ev zeyt kengî, li kude hatiye berhemanîn? Çiqas zeyt hatiye nav bazara Ispanya û daxwaza belgeyên gumrikê dikin!

Berî demekê Parlementerê Swîsre Bernhard Guhl di Parlementoya welatê xwe de diyar kiribû: Zeytûnên Efrînê ji alî Hêzên Tirkiye û milişyatên girêdayî wê tên dizîn û talankirin. Zeytûnên tên dizîn êi Ispanya tên firotin!” Dezgeha medyayî Fox News ev babet kiribû nûçeyek girîng.

 

 

C.B