Tirkiyê dorpêç ji ser firîngeha Hewlêrê rakir

Yildirim: Hîna biryara destpêkirina geştên ezmanî ji bo firîngeha Silêmaniyê nehatiye stendin, beşek ji aliyên siyasî li Silêmaniyê piştevaniya terorê dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand, ku welatê wî dorpêça li ser firîngeha Hewlêrê rakiriye û ji îro ve, wê geştên ezmanî di navbera firîngehên Tirkiyê û ya Hewlêrê de destpê bikin.

Qedexekirina geştên navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistanê piştî wê yekê hat, ku di 25ê Êlûna sala derbasbûyî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê referanduma serxwebûna Kurdistanê encam da û bêtirî 92% ji welatiyên Herêma Kurdistanê deng ji bo serxwebûnê dan.

Piştre her yek ji Bexda, Enqera û Taran li dijî serxwebûna Kurdistan û damezirandina dewleteke serbixwe ji bo gelê Kurdistanê, hejmarek tedbîr û siza li dijî Herêma Kurdistanê stendin.

Girtina ezmanê Herêma Kurdistanê û qedexekirina geştên navdewletî yek ji wan sizayan bû ku li ser Herêma Kurdistanê hat sepandin.

Derbarê rakirina dorpêçê ji ser firîngeha navdewletî ya Silêmaniyê jî, serokwezîrê Tirkiyê ragihand, ku heya niha biryara destpêkirina geştên ezmanî ji bo firîngeha Silêmaniyê nehatiye stendin û got: "Beşek ji aliyên siyasî li Silêmaniyê piştevaniya terorê dikin".

N.O