Li Berwara Jorî mayinek bi otombêleke MÎT a Tirkiyê ve teqiya

Ev pêncemîn car e ku mayin li pêşya otombêlên MÎT a Tirkiyê tê danîn, ku berî niha çar mayin hatibûn pûçkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, sibeha îro li gundê Elkîş yê ser bi Berwara Jorî ve, mayinek bi otombêleke dezgeha hewalgiriya Tirkiyê ve teqiya.

Nûçegihanê K24ê ji ser zimanê jêderên haydar zelal kir, ku otombêla MÎTê ji core Land Cruiser bû û hejmarek ji endamên MÎTê têde bû, û got: Heya niha ziyanên madî ji encama wê bûyerê nehatine ragihadin lê ji aliyê madî ve ziyan li otombêlê bûne.

Ev pêncemîn car e ku mayin li pêşya otombêlên MÎT a Tirkiyê tê danîn, ku berî niha çar mayin hatibûn pûçkirin.