Sizay Temelî: Heger bi dengan neyê lîstin emê serkevin

Sizay Temelî: Ez ji hemû xelkê Tirkiyê dixwazim ku bêne ser sindoqan û deng bidin, daku pêşerojeke baş ji zarokên xwe re misoger bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Sizay Temelî piştî beşdariyê di piroseya dengdanê de, ji  nûçegihanê K24ê re ragihand, ku heger bi piroseya dengdanê neyê lîstin, ewê rêjeya ji sedî 10 derbas bikin û di hilbijartinan de biserkevin.

Sizay Temelî got: Ez ji hemû xelkê Tirkiyê dixwazim ku bêne ser sindoqan û deng bidin, daku pêşerojeke baş ji zarokên xwe re misoger bikin, giringtirîn tişt çûna ser sindoqan e, pêdeçûnê ji dengê xwe re bikin û xwedî li dengê xwe derkevin".

Got jî: "Ez ji bo azadiya Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û hemû hêjayên din ku di zindanê de ne, deng didim, em dixwazin pirekê di nav hemû xelkên Tirkiyê de ava bikin".

Piroseya hilbijartinên Serokatî û Perlemana Tirkiyê îro demjimêr 8ê sibehê bi dema Hewlêr û Enqerê destipê kir û heya demjimêr 5ê êvarî berdewam dibe.

Li seranserî Tirkiyê, nêzîkî 60 milyon kes mafê wan yê dengdanê heye û ji bo wergirtina postê serokkomar 6 berbijar hevrikiyê dikin û li ser 600 kursiyên Perlemanê jî, du hevpeymanî û sê partiyên siyasî di nava hevrikiyê de ne.

N.O