Rûsya: Em nikarin ji bo YPG civînên Cinêvê betal bikin

Rûsya: Her rûbirûbûnek di navbera HSD û Hikûmetê de çêbibe, emê bê alî bin û emê bizavan bikin ku roleke navberkariyê bilîzin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di civînekê de li gel fermandarên YPG, cîgirê serokê komîta pêwendiyên derve yê civata pîran yê Rûsyê Ziyad Sibsibî got: "Em rijdin li ser beşdarîkirina Kurdan di danûstadninên taybet bi kirîza Sûryê di nav de jî civînên Cinêvê, lê em nikarin tenê ji bo wan danûstandinên Cinêvê betal bikin."

Ziyad Sibsibî got jî: "Ti agahiya me li ser gefên Hikûmeta Sûriyê û Îranê li ser Hêzên Sûrya Demokrat tine, lê her gava rûbirûbûnek çêbibe, emê bê alî bin û emê bizavan bikin ku roleke navberkariyê bilîzin."