Tirkiye: 735 kes bi tometa endamtiya KCK hatin binçav kirin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi tometa endamtiya KCKê 735 kes hatin binçavkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi tometa endamtiya KCKê 735 kes hatin binçavkirin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê da xuyakirin, li gelek bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê, hember kesên pêwendiya wan bi KCK re hene, operasyoneke berfireh hatiye encam dan.

Hat destnîşankirin di encamê de 735 kes hatine binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin 226 kes hatine berdan, 61 kes hatine zîndanîkirin û lêpirsîna 448 kesan jî berdewam dike.

Wezaretê îdîa kir, bi kesên hatine binçavkirin re, 6 çek û tifingên nêçîrvaniyê û hin fîşek û teqamenî jî hatiye desteserkirin.

 

 

C.B