Peyvdarê berê yê NY: Piraniya gelê Kurdistanê ligel dewleta serbixwe ne

Peyvdarê berê yê Netewên Yekgirtî Ebdilhemîd Siyam ji K24ê re ragihand, encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê gelekî bilind dibe û piraniya gelê Kurdistanê jî ligel dewleta serbixwe ne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê berê yê Netewên Yekgirtî Ebdilhemîd Siyam ji K24ê re ragihand, encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê gelekî bilind dibe û piraniya gelê Kurdistanê jî ligel dewleta serbixwe ne.

Ebdilhemîd Siyam got jî, welatên Îran, Tirkiye û Iraqê li ser hemû tiştan di navbera xwe de nakok in, tenê di rêgirtina dewlelete serbixwe ya Kurdistanê li hev dikin.

Peyvdarê berê yê Netewên Yekgirtî daxwaz kir jî, piştî birêvebirina referandûmê, Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê dest bi guftûgoyên cidî bikin.