Iraq êrîşa Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike

Bexda: Di heman dema ku em wan êrîş û binpêkirinên li ser xelkê me li Kurdistanê şermezar dikin, em tekez dikin ku qebûl nabe ti hêzeke biyanî li ser axa Iraqê hebe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Iraqê, êrîşa Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir, bi taybetî êrîşa vê dawiyê ya firokeyên Tirkiyê ku li çend gundên sînorî encam dabûn.

Pêr derengê şevê, firokeyên cengî yên Tirkiyê, bi bihaneya hebûna bingehên PKK, êrîşî gundên devera Balekayetî kirin ku di encamê de, çar welatî şehîd bûn û ziyaneke mezin li malên welatiyan hat.

Li ser wê êrîşê, wezareta derve ya Iraqê di daxuyaniya xwe de got: Berdewamiya êrîşan û binpêkirina sînorên Iraqê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve, ku vê dawiyê li devera Çoman ya ser bi Hewlêrê ve çêbûye, ku di encamê de hejmarek ji welatiyên sivîl şehîd bûne, cihê dilgiraniya me ye.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye, di heman dema ku em wan êrîş û binpêkirinên li ser xelkê me li Kurdistanê şermezar dikin, em tekez dikin ku qebûl nabe ti hêzeke biyanî li ser axa Iraqê hebe û ji Iraqê ve êrîşî cîranan bike.

Duh jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, daxwaz ji gerîlayên PKKê kir, ku ji navçeyên sînorî yên di navber Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de derkevin, daku Tirkiyê bi bihaneya hebûna wan, êrîşê gundên Herêma Kurdistanê neke, ku di encama wan êrîşan de, welatiyên sivîl dibin qurbanî û ziyan li gundiyan tê.

N.O