Iraq destûrê ji Amerîka dixwaze daku bazirganiyê li gel Îranê bike

Hikûemta serokwezîrê karbirêvebir yê Iraqê (Heyder Ebadî), bi fermî daxwazê ji Amerîka dike, ku rê bide Bexdayê, daku danûstendinên bazirganî li gel Taranê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hikûemta serokwezîrê karbirêvebir yê Iraqê (Heyder Ebadî), bi fermî daxwazê ji Amerîka dike, ku rê bide Bexdayê, daku danûstendinên bazirganî li gel Taranê bike.

Berpirsekî pilebilind di Banka Navendî ya Iraqê de, ji ajansa Reutersê re ragihand, ku Heyder Ebadî şandek ji bo serdana Amerîka pêk aniye, daku serdana Amerîka bike û ji rêveberiya Donald Trump bixwaze, ku fişaran li ser Iraqê kêm bike û destûrê bide Bexdayê, ku danûstendin û pêwendiyên bazirganî bi Îranê re bike.

Wî berpirsî diyar kir, ku abûriya Iraqê bi awayekî berbiçav pişta xwe bi Îranê ve girê dide û niha Bexda di rewşeke xirab de ye.

Ev yek di demekê de ye, ku berî niha Ebadî bi fermî ragihandibû, ku ewê pêbendî sizayên Amerîka yên li dijî Îranê bin.

Berî niha jî, her yek ji Birîtaniya, Almanya û Firensa ji Amerîka xwestin ku, sizayên li ser Îranê sivik bike û rê bide hersê welatan daku di warên: Enercî, otomobêl, keresteyên pizîşkî û karûbarên diravî de, bazirganiya xwe li gel Îranê berdewam bikin, lê Amerîka ew daxwaza wan bi tundî red kir û wezîrê derve yê wî welatî Mike Pompeo ragihand, ku Amerîka dixwaze sizayên tund li ser Îranê bisepîne û qîma wê nayê ku ti aliyek wan sizayan binpê bike û pêwendiyên bazirganî bi Îranê re bike.

Herwiha Pompeo got jî: Em ji wan sizayên li ser Îranê hatine sepandin venagerin, lê heger hat û wan sizayan, ziyan li ewlehiya netewî ya Amerîka kir, dibe ku em lêvegerekê ji wan re bikin.

N.O