Li Tirkiyê buhayê sewze û fêkiyan bilind dibe

Ji ber bilindbûna Dolar û Euro bihayê sewze û fêkiyan jî ji sedî 20 zêde bû.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê bi awayekî lezgîn û derasayî berzbûna bihayê dirav li ser hemû qadên jiyanê karîgeriyeke gelekî xirab çêdike. Yek ji van sektoran jî bazarên sewze û fêkiyan e. Ji ber bilindbûna Dolar û Euro bihayê sewze û fêkiyan jî ji sedî 20 zêde bû. Hem welatî hem jî bazirgan ji vê rewşê gazindên xwe tînin ziman.

Li Tirkiyê bi awayekî lezgîn û derasayî berzbûna bihayê dolar li ser hemû qadên jiyanê karîgeriya xwe nîşan dide. Bi taybet jî li bazarên sewze û fêkiyan ku ji ber erzaniyê ji aliyê hejmarek zêde welatiyan ve tê têrcîh kirin bihayê sewze û fêkiyan jî bi qeyranekê re rû bi rû ye. Di bazarê de ji firoşkaran bigirin heta welatiyan mijara herkesî rewşa dirav û aboriya Tirkiyê ye. Firoşkar amaje dikin: ew êdî nikarin xwe ji vê rewşa xerab xilas bikin. Ji veguhestinê heta tê berdestê welatiyan di her warî de bihabûneke zêde heye loma neçar dimînin ku bihayê berheman jî zêde bikin lê ji ber bihabûnê jî vê carê welatî nikarin van tiştan bikirin.

Bazirgan Rasim Aytekin ji K24ê re got: "Beriya çend rojan kîloya bacanên sor bi 3,5 lîre bû. Lê îro em neçarin ku bi 5 lîreyan bifiroşin. Ji ber ku ev berzbûn di her warî de karîger e. Welatî nikarin ji ber bihabûnê bikirin em jî êdî nikarin malê xwe bi firoşin. Îro kesek bxwaze li bazarê pêdawistiyên mala xwe yên mehekê bikire herî kêm divê 400 lîreyan bi mezêxe. Başe welatî dê çawa karibin tiştan bikirin û bixwin."

Li Stenbolê bazarên ku beriya krîzê ji mirovan tije dibû êdî di nav bêdengiyekê de ne. Firoşkar û welatiyên li bazarê jî bi gazindin û hinek jê ji ber vê rewşê hikûmetê sûcdar dikin hinek jî ji bo bihabûnê bi hêrsin û daxwaza çareseriyê dikin.

Cihan Bildik dibêje: "Rewş her ku diçe xirabtir dibe. Li malê 4 zarokên min hene; ez dê çawa li wan xwedî derkevim? Dolar ji 6 lîreyî derbas bû. Gava kêmtirîn mûçeyê karmendekî digel dolar raber bikî nabe 300 dolar jî. Em dê çawa debara xwe bikin? Divê di zûtirîn dem de ev rewş were dirûstkirin û welatî ji vê tengasiyê bên e rizgarkirin. Ji xwe her tiştê xirab dibe para welatiyan."

Li hemû bazarên li Stenbolê heman rewş bi awayekî ber bi çav xwe nîşan dide. Piraniya firoşkaran tevahiya rojê bêyî ku kîloyek ji malê xwe bi firoşin li ser dezgehên xwe çaverêyî kiryarekîne. Welatî jî dibêjin xwarina fêkiyan êdî tiştekî lûkse û bi vî awayî berdewam bike hema bikaribin zikê xwe têr bikin ew dê şûkir bikin bo xwedê.