Îran derbarê derketina milîsên wê ji Iraqê bersiva Amerîka dide

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf rexne li daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson digire, ku dawaz kir milîsên Şîe yên ser bi Îranê ve ji Iraqê derkevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf rexne li daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson digire, ku dawaz kir milîsên Şîe yên ser bi Îranê ve ji Iraqê derkevin.

Wezîrê Derve yê Îranê li hejmara xwe ya tûra civakî bersiva Wezîrê Derve yê Amerîka da û nivîsî: “Ew Iraqiyên rûbirûyî çekdarên DAIŞê bûne, ji bo berevaniyê li xwe bikin, biçin kîjan welatî?”

Herwiha Wezîrê Derve yê Îranê nivîsiye jî: “Siyaseta Amerîka cihê şermezariyê ye û meyla wî tenê ji bo petrodollar e”

Duh roja 22 Cotmehê, Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson hişyarî da milîsên Şî'e yên ser bi Îranê ve yên li Iraqê ne û daxwaz kir ji nav axa Iraqê derkevin.

Ev daxuyaniya Rex Tillerson di demekê de bû, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di serdanekê li welatên Kendava Erebî de bû.