300 çekdarên opozîsyonê ji Irsalê tên veguhastin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro derdora 300 çekdarên opozîsyona Sûriyê ligel malbatên wan dê ji devera Cirûd Irsal a Libnanî ji bo Sûriyê bêne veguhestin.
Biryar e îro derdora 300 çekdarên Sereya Ehil El-Şam a opozîsyona Sûriyê ligel malbatên wan ji navçeya Wadî El-Hemîd li Cirûd Irsal ji bo bajarokê Rihêba Qelemûn a li rojhilatê Şamê bêne veguhestin, ku biryar bû di hefteyên borî de ligel proseya veguhestina çekdarên Eniya El-Nusrayê bihatana veguhestin.
Li gor Rêveberê Asayişa Giştî ya Libnanê Ebas Îbrahîm, proseya veguhestina wê grûpê wê mîna ya Nusrayê be, wate wê karwana wan bi awayekî demkî parastî be, heta ji xaka Libnanê derdikevin.
Ji aliyê xwe ve medyaya Hizbulaha Libnanî belav kiriye, ku rêkeftina wan ya ligel Sereya Ehil El-Şam opozsyonê ji veguhestina 350 çekdarî û 3 hezar û 124 kesên di kampan de dijîn, pêk tê.
Piştî şerekî giran Hizbulaha Libnanî û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li devara Cirûd Irsal gihêtin rêkeftineke agirbestê û veguhestina çekdarên opozîsyonê ji bo bajarokê Rihêba Qelemûn a li rojhilatê Şamê.