Li Xurmatû Heşda Şeibî rê li ber tîma UN girt
K24 - Navenda Nûçeyan
Perlemanterê firakisyona Partî Dîmukratî Kurdistan di Perlemana Iraqê de Şaxewan Ebdella, ji Kurdistan24ê re got: "Me raporeke dûr û dirêj li ser binpêkirinên Heşda Şeibî li Xurmatû radestî nûneratiya Netewên Yekgirtî li Bexdayê kiriye û nûneratiyê soz da me ku kar li ser wê raporê bike."
Şaxewan Ebdella got jî: "Tîmeke Netewên Yekgirtî serdana Xurmatû kir, lê Heşda Şeibî rê neda wê tîmê ku serdana taxên Kurdan bike."