Tirkiyê Erdogan poşman bû

Erdogan poşman bû

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, şerê wan li Sûriyê tenê ji bo jinavbirina terorê ye, bi vê yekê jî ji daxuyaniya xwe ya berê vedigere.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro di civînekê de ligel hejmarek muxtarên Tirkiyê de li qesra xwe ragihand, operasyona Tirkiyê ya li nava xaka Sûryê, ne li dijî ti kesî ye, ji bilî jinavbirina  terorîstan.

Erdogan pêr li Stanbolê derbarê operesyona artêşa Tirkiyê li nava xaka Sûriyê de gotibû: “Çavên me ne li ser axa Sûriyê ye, armanca me tenê hilweşandina rejîma Esed a zordest e.”

Herwiha duh jî, Berdevkê Kremlinê Dîmîtrî Peskov ragihand “daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Erdogan li ser rûxandina rejîma Esed, ne li gor rêkeftinên di navbeyna Rûsya û Tirkiyê de ne. Ji bo vê axaftinê li hêviya bersîvekê ji Tirkiyê ne.”

Herwiha duh pêwendiyeke telefonî di navbera Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn de encam dabû, di wê pêwendiyê de jî behsa vê mijarê hate kirin.

Erdogan îro jî bi awayekî aşkere li wan daxuyanyên xwe vegeriya.