Dîdara MERI bi siponseriya medyayî ya Kurdistan24ê destpê kir

Serokê Peymangeha MERI: Siyaset li Rojhilata Navîn herî bêtir berê xwe dide çekan, divê kesên siyasî kêşeyên xwe bi diyalogê çareser bikin, ji ber ku aramiya giştî ji her aliyekî re giring e.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro Dîdara MERI ya 2018an ji bo gengeşekirina nerînan û aramiya Rojhilata Navîn, bi siponseriya medyayî ya Kurdistan24ê li Hewlêrê destpê kir.

Çendîn kesatiyên siyasî yên Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê beşdarî wê dîdarê dibin û di panêlan de, gotûbêjan derbarê pirsên giring ên Herêma Kurdistan, Iraq û navçeya Rojhilata Navîn dikin.

Herwiha dîdarê bi mebesta gotûbêjkirinê li ser pirsên giring û serekî, darêjerên siyasetê û kesên biryarbidest û ekadîmî li ser astê welat û navdewletî kom kiriye.

Di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê, serokê Peymangeha MERI Dr. Dilawer Elaeddîn, derbarê dîdaran ragihand, ku çendîn panêl û rûniştinên giring wê bên lidarxistin ku çendîn serkirdeyên siyasî, bîrmend, balyoz û kesatiyên berpirs ji Iraq, welatên navçeyê û cîhanê di wan rûniştinan de beşdar dibin.

Dr. Dilawer da xuyakirin ku giringiyeke mezin ji vê dîdarê re heye, ji ber ku niha Kurdistan û Iraq li pêşya pêkanîna du Hikûmetan in, ji bo vê yekê jî divê serkirde ji xelkê re bêjin ka wê siyaseta wan çawa be û rewş û çarenivîsa xelkê wê bi ku ve biçe.

Herwiha diyar kir, ku yek ji sedemên rêxistina vê dîdarê, peydakirina kultûra diyalogê ye û dûrketin e ji cengê û got jî: Siyaset li Rojhilata Navîn herî bêtir berê xwe dide çekan, divê kesên siyasî kêşeyên xwe bi diyalogê çareser bikin, ji ber ku aramiya giştî ji her aliyekî re giring e.

N.O