Tirkiyê Efrîn topbaran kir: 5 sivîlan canê xwe jidest dan

Di encama êrîşên Tirkiyê li ser herêma Efrîn û Şehbayê gelek welatiyên sivîl ziyanên canî dîtin û 5 kesan canê xwe ji dest dan, Ji bilî ziyanên madî û wêraniyê.
kurdistan24.net

 

K24 – Efrîn
Di encama êrîşên Tirkiyê li ser herêma Efrîn û Şehbayê gelek welatiyên sivîl ziyanên canî dîtin û 5 kesan canê xwe ji dest dan, ji bilî ziyanên madî û wêraniyê.

Omer 12 salî ye, duh bi şev lingê xwe di vê nexweşxanê de jidest da, tenê gunehê vî zarokî ye ku ji xelkê gundewarê Şehba ye, ta ku bibe qurbaniyê topabarana artêşa Tirkiyê.

Omer diyar dike ku ew û malbata xwe gava ku di nav zeviyên xwe de pale dikirin, rokêtek li wan ket, bavê wî canê xwe jidest da û ew û malbata xwe jî birîndar bûn.

Ta niha 5 welatiyên sivîl canê xwe di encama topeparana Tirkiyê li ser gundin Efrînê û Şehba de jidest dane û pêhtir ji 15 sivîlên din jî birîndar bûn. Li gor Rêvebariya Nexweşxaneya Avrînê ku hin ji wan rewşa wan ya tenduristî di metrisiyê de ne.

Tirkiyê ji 6ê vê mehê ve bi aweyekî tund dest bi topabarana Efrînê dike û gefan lê dixwe ku ew derbasî devarê bibe.