Mamoste Ebdilhemîd Silêman niha li bazarê kar dike

Ebdulhemîd Silêman mamosteyekî Kurd e û ji heyama 28 salan ve bi zimanê Erebî li dibistanên seretayî şagirt fêr dikirin, piştî rêbazên Kurdî li dibistanên Rojavayê Kurdistanê hatine sepandin û di encamê de dibistanên bi zimanê Erebî hatine girtin, niha ew ji neçarî li bazaran karekî dûrî piroseya perwerdeyê dike.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Ebdulhemîd Silêman ne karkerek e û ne jî firoşkar e vê bazarê ye, lê belê ew bixwe mamoste ye û 28 sal ji temenê xwe di dibistanên seretayî de qedandine. Piştî avakirina Rêveberiya Xweser û sepandina rêbazên Kurdî liser dibistanên Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran mamosteyên mîna Ebdulhemîd yên şansê wan di xwendina zimanê Kurdî de tune bû, li derveyî piroseya fêrbûn û perwerdeyê mane û ji neçarî karekî din dikin.

Mamoste Ebdulhemîd biserbilindayî dibêje, di heyama 28 salan de bi hezaran şagirt ji bin destê wî derçûne, lê di heman demê de jî bi dilşewatî dibêje, cihê mixabiniyê ye piştî vê ezmûna dirêj di warê fêrkirin û perwerdeyê de, bi sedan mamoste li derveyî dibistanan mane û karekî dûrî erk û rola mamosteyan dikin.

Bi giştî mûçeyên mamosteyan li Sûriyê nagihêje 100 dolarê Amerîkî, loma kesên mîna mamoste Ebdulhemîd yên ku temenê xwe di xwendin û perwerdeyê de qedandine û bi sedema wê jî ti kar û pîşeyên din nekirine, neçar dibin karekî weha bikin.