Bersiva Hêmin Hewramî ji Zerîf re medya Îranî hejand

Hêmin Hewramî: Ragihandina helwestên nerewa beramberî xelkê Kurdistanê, kêşeyên navxwe yên Îranê çareser nake.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro rojname û malperên Îranê, bi giringiyeke mezin behsa bersiva endamê serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (Hêmin Hewramî) ji wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re kirin.

Duh Hêmin Hewramî, bersiva daxuyaniyên Cewad Zerîf da, ku di Perlemana welatê xwe de gotibû, wê rêz li ala Kurdistanê negirtibû.

Di bersiva xwe de, ku Kurdistan24ê belav kiriye, Hêmin Hewramî dibêje: Me bawer nedikir, wezîrê derve yê Îranê, ku bi kesekî dîplomat û ekadîmî û birêz tê naskirin, ku wan daxuyaniyan bide.

Derbarê ala Kurdistanê, Hêmin Hewramî got: Danîna ala Kurdistanê ji bo her Kurd û Kurdistaniyekî, cê serfiraziyê ye. Derbarê gotina Zerîf, ku wî serê xwe ji ala Kurdistan neçemandiye, di merasîma anîna termê Celal Talebanî de, berî her tiştî divabû Wezîrê Derve yê Îranê hemû hûrkariyên wê merasîmê zanîbaya, ji ber ku malbata Talebanî bi xwe serperiştiya wê merasîmê dikir neku Serok Barzanî.

Derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê, Hewramî tekez kir, ku referandum mafekî siruştî ye ji hemû gelan re, û karekî dirust û rewa bû ji gelê Kurdistanê re. heger şaştî baya, gelê Kurdistan bi rêjeya 93% deng ji bo serxwebûnê nedida, lê şaştî ji wan kesan bû, ku dijatiya wê piroseya aştîxwaz û demokratî ya gelê Kurdistanê kirin.

Di dawiya bersiva xwe de ji bo Wezîrê Derve yê Îranê, Hêmin Hewramî got: Ragihandina helwestên nerewa beramberî xelkê Kurdistanê, kêşeyên navxwe yên Îranê çareser nake.

N.O