Serokwezîrê Herêmê li gel firakisyonên Perlemana Kurdistan dicive

Xoşnaw: Di civînê de wê behsa pêwendiyên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de, û rola Perleman di çarekirina kêşeyan de bê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Sibe wê serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel tevahiya serokên firakisyonên Perlemana Kurdistanê bicive.

Serokê firakisyona Partî Dîmukratî Kurdistan Umêd Xoşnaw ji Kurdistan24ê re ragihand: Biryar e sibe serokayetiya encûmena wezîran û firakisyonên Perlemana Kurdistanê, kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj bikin.

Xoşnaw got: Di civînê de wê behsa pêwendiyên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de, û rola Perleman di çarekirina kêşeyan de bê kirin.

Berî çend rojan Partî Dîmukratî Kurdistan di civîna serkirdatiyê de, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partî ku di heman demê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye, erkdar kiribû ku tevahiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bibîne, daku nêzîkbûnekê yekdengiyekê di navbera hemû aliyan de pêk bîne.