Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî Kurdistan24ê li Kerkûkê qedexe dikin

Her yek ji artêşa Iraqê û çekdarên mîlîşyaya Heşda Şeibî fermana qedexekirina romal û karê kenala Kurdistan24ê dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her yek ji artêşa Iraqê û çekdarên mîlîşyaya Heşda Şeibî fermana qedexekirina romal û karê kenala Kurdistan24ê dan.

Di daxuyaniyekê de ku şaneya ragihandina şer a ser bi fermandariya proeyên hevbeş derkirine, tê de hatiye, ew dezgehên medyayî kar ji bo şêwandina raya giştî û bîr bi tundûtûjiyê dikin û nûçeyên ne rast belav dikin.

Di daxuyaniyê de hatiye: “Pêwîst e desteya ragihandin û pêwendiyan çavdêriya wan kenalan bikin û tedabîrên yasayî li dijî wan bên girtin.

Herwiha tevahiya rêdanên kar ên wan kenalan bên pûşkirin.

Ev daxuyanî piştî wê hat, ku îro kenalên YNKê belav kir, YNKê biryara desteserkirin û ragirtinê ji bo kenala Kurdistan24ê derkiriye.

Kurdistan24 wek medyayeke niştimanî bi berdewamî bûyerên Kerkûk, Xurmatû û navçeyên Kurdistanî yên din romal dike û yekem kenal e jî ku berde ji ser rêkeftina veşartî û nehênî ya çend berpirsên YNKê ligel serkirdeyên mîlîşyayên Heşd û Fermandarê artêşa Qudisê ya ser bi Pasdaran ve vemaliye.