YPG: Me êrîşa Tirkiyê li navçeyeke Efrînê têkşikand

Supasalarê Tirkiyê bi xwe serperiştiya operasyonê dike û li Enqerê, li avahiya serokatiya erkana artêşa Tirkiyê, odeya operasyonan hatiye pêkanîn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa Hawarê ragihand ku: "Şervanên YPG û YPJ, li gundê Balya yê navçeya Bilbilê ya ser bi Efrînê ve, êrîşeke artêşa Tirkiyê têkşikandin û ew neşarî vekişînê kir".

Roja şemiyê 20/1/2018an Tirkiyê operasyona "Şaxê Zeytûnê" li dijî YPGê li bajarê Efrînê destpê kir.

Operasyona serbazî ya Tirkiyê, li bakurê rojavayê Sûryê birêve diçe. Li gorî zanyariyên ajansa Anadolê ya Tirkî, supasalarê Tirkiyê Xilûsî Akar bi xwe serperiştiya operasyonê dike û kêlîk bi kêlîk çavdêriya birêveçûna wê dike, li Enqerê li avahiya serokatiya erkana artêşa Tirkiyê odeya operasyonan hatiye pêkanîn.