Trump gefên tund li Îranê dixwe

K24 – Navenda Nûçeyan Serokê Amerîka Donald Trump gefên tund li Îranê dixwe û radigihîne, Amerîka naxweze şer bi Îranê re bike, lê rê jî nade Îran li ser Amerîka bibe gef.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump gefên tund li Îranê dixwe û radigihîne, Amerîka naxweze şer bi Îranê re bike, lê rê jî nade Îran li ser Amerîka bibe gef. Got jî: Heger Îran şer bixwaze, dê dawiya wê be.

Serokê Amerîka Donald Trump di hevdîtinekê bi kenala “FOXNews” a Amerîkî re ragihand, “Rê nadin Îran dest bi şerê atomî bike. Naxwazin şer bi Îranê re bikin, lê rê nadin jî Îran li ser Amerîka bibe gef û çekê atomî bikeve destê wê.”

Ji aliyekî din ve, piştî êrîşa li ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê, Trump di twîtekê de nivîsî: “Heger Îran şer bike, dê bi yekcarî dawî lê were.

Daxuyaniya Trump di demekê de ye, alozî di navbera Amerîka û Îranê de zêde dibe û Amerîka karmendên li Balyozxaneya xwe ya li Bexdayê kêm dike û Îranê tometbar dike jî, ku ber berdewamî bi riya mîlîşyayan gefê li leşker, balyozxane û berjewendiyên wê li Iraqê dixwe.

 

S. B