Emmar Hekîm: Civîna Perlemana Iraqê nedestûrî bû

Hekîm: Li şûna ku Perleman bibe fakterek ji bo çarekirina pirsgirêkan, bûye cihek ku pirsgirêkan aloztir dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Şepêla Hikme Emmar Hekîm rexneyên tund li Perlemana Iraqê kir û daxwaz ji Dadgeha Federalî kir ku bilez destwerdanê bike.

Emmar Hekîm di gotarekê de, bi helkefta Cejna Rojiyê li Bexdayê ragihand, ku Perlemana Iraqê bi amadebûna beşek ji wan endamên ku di hilbijartinan de biser nektine, civîneke nedestûrî lidar xistin û got: Ew kar aloziyan ji Iraqê re çêdike.

Hekîm got jî: Li şûna ku Perleman bibe fakterek ji bo çarekirina pirsgirêkan, bûye cihek ku pirsgirêkan aloztir dike.

Navhatî daxwaz ji Dadgeha Fedralî kir, ku bilez berisva dozên girêdayî bi rastkirina yasaya hilbijartinan bide.

Piştî encamdana hilbijartinên Perlemana Iraqê di 12ê Gulana îsla de û serketina Hevpeymaniya Sairûn bi piştevaniya Muqteda Sedir, nakokî di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de zêde bûn, hin aliyên nerazî ragihandin, ku saxtekarî di piroseya dengdanê de çêbû ye û daxwaza hejmartina 10% ji dengan bi destan kirin, lê di rojên derbasbûyî de, li komgeha sindoqên dengan li Bexdayê agirekî mezin pêket û gellek sindoqên dengan şewitîn. Vê yekê pirsgirêk aloztir kir û heya niha hevpeymaniyeke berfireh di navbera aliyên serketî de çênebûye daku Hikûmeta nû pêkbîne.

N.O