YPGê bang li dewleta Sûrî dike: Bi hev re kar bikin

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastiya Gel (YPG) Sîpan Hemû ji bo rûbirîbûna gefên Tirkiyê, bang li dewleta Sûrî dike ku berevaniyê di ber xaka xwe de bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastiya Gel (YPG) Sîpan Hemû ji bo rûbirîbûna gefên Tirkiyê, bang li dewleta Sûrî dike ku berevaniyê di ber xaka xwe de bike.

Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemp di hevpeyîvnekê ligel rojnameyan “aawsat” de ragihand, Tirkiye bi hemû karînên xwe hewl dide destkeftên Kurdan jinav bibe. Tirkiyê hêzên xwe li ser sînor kom kiriye û Îstixbarata Tirkiyê daxwaz ji grûpên çekdar ên li Efrînê re ji her êrîşekê re amade bin.

Li ser helwesta Rûsya ji gefên li dijî rojavayê Firatê, Sîpan Hemo got: “Rûsya ji ber hebûna Amerîka li rojavayê Firatê ji gefên Tirkiyê dilxweş e. Diyar e lihevkirinek di navbera aliyan de heye.

Li ser helwesta Amerîka, Sîpan Hemo got, Amerîka dibêjin ku gefên Tirkiyê li ser rojhilatê Firatê bandorê li şerê DAIŞê dike. Lê divê em ji bîr nekin Amerîka û Tirkiyê di NATOyê de endam in. Amerîka 3 xalên çavdêriyê li Girê Spî, 2 xal li Kobanê û xalek jî li Serê Kaniyê damezrandine û gerên Amerîkî li ser sînor encam didin.

Herwiha Hemo amaje bi vekişandina Mosko ji Efrînê berî êrîşa Tirkiyê li ser wê bajarî kir û got: Her sistbûneke Amerîka li Minbic yan li rojhilatê Firatê, dê rastî û nerastiya helwesta Washingtonê diyar bike.

Fermandarê Giştî yê YPGê bang li dewleta Sûrî kir û got: “Bi navê xwe û bi navê Rêveberiya li rojhilatê welêt, wek me çawa berî êrîşa Efrînê kiriye, dubare bang li dewleta Sûrî dikin ku em aliyekî Sûrî ne û ev xak jî Sûrî ye û divê ew berevaniyê di ber xaka xwe de bike. Heger ew amade ne, em jî amade ne bi hev re kar bikin û sînor biparêzin.”

 

S. B