HAK-PAR Ewrûpa banga alîkarîkirina mexdûrên erdhêjê ragihand
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) şaxê Ewrûpayê, ji bo alîkarîkirina mexdûrên erdhêjên li başûr û rojhilatê Kurdistanê, bi navê “banga alîkariya ji bo erdhêja Kurdistanê” bangek ragihand raya giştî ya Kurdên li Ewrûpayê.
Di banga xwe de HAK-PAR diyarkir: “Divê em şerpezebûna gelê xwe yê Kurdistanê temaşe nekin û tenha gunê xwe li wan neynin. Ew hewceyî alîkariya me ne. Dayik, bav û zarok, hema çi ji destên we hat, alîkariyeke diravî bidin birayên xwe”.
Kontoya alîkariyê ev e:
Hevalti e. V
Sparkasse Bottrop
IBAN. DE53 4245 1220 0000 0097 12
BIC: WELADED1BOT