Welatiyekî Çînî li Hewlêrê 20 malbatên mişextên Kerkûkê bicih dike

Yûsif: Karim beşekî din ji mişextên Kerkûkê bicih bikim, lê xwezî Hikûmet di wergirtina perê av û elektirîkê de alîkariya min bike

K24 - Navenda Nûçeyan

Can Yong Cîn, welatiyekî Çînî ye xwe bi nave Yûsif dide naskirin.

Yûsif Çînî ûtêlek li bajarê Hewlêrê vekiriye û bûn heft sal li Hewlêrê dijî û dibêje ew gellekî ji xelkê Kurdistanê hez dike û dema xizmeta wan dike dil xweş dibe û xwe jî weke welatiyekî Kurdistan dibîne.

Piştî dagîrkirina Kerkûkê û mişextbûna gellek malbatên wî bajarî û hatina beşekî ji wan ji bo Hewlêrê, Yûsif 20 malbat ji mişextên Kekrûkê bê beramber bicih û war kir.

Yûsif dibêje, ew kare beşekî din ji mişextên Kerkûkê bicih bike, lê tenê ji Hikûmeta Kurdistanê dixwaze, di wergirtina perê av û elektirîkê de alîkariya wî bike û bi gotina wî tenê di vê mehê de wî 5 melyon dînar daye hikûmetê.