Netanyahu: Hejmûna Îranê li Sûriyê metirsî ye li ser navçê û cîhanê

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, hejmûna Îranê li Sûriyê dibe metirsiyeke herêmî û cîhanî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, hejmûna Îranê li Sûriyê dibe metirsiyeke herêmî û cîhanî.

Serokwezîrê Îsraîlê ligel Serokê Dezgeha Mossadê bi serdanekê li bajarê Soçî ya Rûsyayê ne.

Kenalên ragihandinê yên Îsraîlê belav kirin, armanc ji vê serdanê gotûbêjkirin nîgeraniyên Tilevîvê ligel Rûsyayê ye, piştî zêdebûna hejmûna Îranê li Sûriyê.

Di wê çarçovê de Netanyahu di civîna ligel Serokê Rûsyayê Viladîmîr Putin de ragihand, pêşhat li Rojhilata Navîn bilez dibin û hewla Îranê pêgeha xwe li Sûriyê bihêz dike, dibe jêdera netirsiya li ser Îsraîl, Rojhilata Navîn û cîhanê.

Netanyahu di wê baweriyê de ye, Îran gihêştiye qonaxeke pêşketî di proseya destdanîna ser tevahiya Iraq û Yemenê de. Herwiha got jî, Îran bi kirdarî û bi awayekî mezin dest girtiye ser Libanê.

Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn, hewlên jinavbirina DAIŞê girîng in, lê pêwîst e Îran valahiya li cihê DAIŞê çê dibe nekeve bin destê Îranê.

Amaje bi wê jî kir, ew nikarin ji bîr bikin ku Îran rojane gefê li jinavbirina Îsraîlê dixwe û rêxitinên teroristî amade dike û li belavkirina terorê dihevoje.”