Erdogan: Em dest bi Operasyona rojhilatê Firatê dikin

Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan ragihand: “Me amadebaşiyan xwe gihandine asta pêwîst. Operasyona rojhilatê Firatê destpê dike”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan ragihand: “Me amadebaşiyên xwe gihandine asta pêwîst. Operasyona rojhilatê Firatê destpê dike”.

Di axaftina xwe ya di Civîna Pişesaziya Bergiriyê de Erdogan gefên tund li rojhilatê Firatê xwar: “bakurê Sûriye, başûrê me ye. Li wir hewldan ji bo pêkanîna korîdora terorê tên kirin. Em dibêjin: “Ew terorist in!”, hevkarên me yên stratejîk, di destpêkê de Amerika dibêje: “Na, ew ne terorist in”. Ew beşek ji PKK ne, hemû rastî li holê ne. Hûn çima bi me re tevnagerin, hûn bi wan re tevdigerin?” Li Minbicê jî, me heta niha tu encam bidest nexistiye. Niha birêz Serok dibêje: “Di nav 30 rojan de em dê çareser bikin, wan paqij bikin”. Em dê bibînin”.

Erdogan axaftina xwe weha domand: “Em hêvîdar in, wan paqij bikin. Li Idlibê me pêşî li trajediyek mezin girt. Niha dor hat – em heyînên terorist li rojhilatê Firatê paqij bikin. Li Minbicê hîle û lîstok hemberî me bikaranîn, heta niha jî, weha dom dike”.

Erdogan herweha bala Amerika kişand: “Amerika ji me re tiştekî diyar dike, lê dîsa rêxistina terorê di şerê dijî DAIŞ de bikar tîn e. Herî dawî dixwaze 30 hezar terorîstan rahênan bike. Ji me re jî dibêje: Tiştek weha nîn e. Medya cîhanê hemû vê yekê dizane, di destê wan de zanyarê hene. Ev rast e? Hûn dizanin çi dikin?”

“Amerika pêwendiyên xwe ligel rêxistina terorê her roja diçe pêş dixe. Di destê xwe de Al ên wan hildidin, wan paçikan! Bi hevûdu re! Al ên wan û paçikên din bi hevûdu re! Heta gerên hevbeş encam didin”.

“Girêdayî rojhilatê Firatê me bala we kişand, me amadekarî jî kirin. Amedakiriyên me gihiştine ast a dawî. Di nav çend rojan de, em dest bi Operasyona rojhilatê Firatê dikin. Em vê yekê radighînin! Armanca me ne serbazên Amerika ne. Rêxistina terorê ye!

 

C.B