Dadgehkirina Leyla Gûven bi 3 tawanên cuda didome

Dadgehkirina Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Gûvenê li Diyarbekirê didome. Parlementerên HDP'ê jî dadgehkirina Gûvenê dişopînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgehkirina Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Gûvenê li Diyarbekirê didome. Parlementerên HDP'ê jî dadgehkirina Gûvenê dişopînin.

Leyla Gûven, di Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn ya Diyarbekirê de tê dadgehkirin. Parlementerên HDP'ê jî dadgehkirina Gûvenê dişopînin. Leyla Gûven ji 31'ê Çile ve di girtîgeha bi Tîpa E ya Diyarbekirê de ye. Li gorî îdîayên Serdozgeriyê Leyla Guvenê di axaftinên xwe de propagandaya PKK'ê û KCK'ê kiriye û ji ber 3 tawanên cuda 31 sal û 6 meh cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.

Dadgeha nehemîn a Diyarbekirê di 29ê Hezîranê de biryara azadkirina wê dabû. Lê Dozgerê Diyarbekirê li dijî azadiya wê derketibû û Dadgeha dehemîn a Diyarbekirê jî biryara girtina wê dabû.

Leyla Gûven di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de wek parlementera HDP'ê ya Colemêrgê hatibû hilbijartin, li ser nerazîbûna dozgeran azadkirina Gûvenê hatibû rawestandin.

 

S. B