HDP "Mafê kesî nîne xwe di ser îradeya gelê Kurdistanê de bigrin"

Berdevkê Grûba Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemir anî ziman ku kirina referandomê rewatirîn rê ye û maf û hedê tu kesî nîne ku îradeya gele Kurd red bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li 3. Xala Mîtinga Wicdan, Dadwerî û Demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Wanê, gef û nerazîbûnên li dijî serxwebûna Kurdistanê ne rewa û wek binpêkirina nirx û pîvanên mirovî hat pênasekirin. Berdevkê Grûba Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemir anî ziman ku kirina referandomê rewatirîn rê ye û maf û hedê tu kesî nîne ku îradeya gele Kurd red bike.

HDP'ê piştî Stembol û Diyarbekirê 3. Mîtînga xwe ya Dadwerî, Wicdan û Demokrasiyê li Parqa Aştiyê ya Mûsa Anter a Wanê lidarxist. Di Mîtîngêde, daxwazên ji bo li Turkiyeyê bicîhkirina demokrasi û edaletê hat dubarekirin û hat ragihandin ku dê çalaki û xebatên xwe bidomînin.

Di Mîtîngê de, Berdevkê Gruba Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemir gotarek li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê jî pêşkêşkir û rexne li polîtîqayên Turkiyeyê ku li dij referandomêne kir. Baydemir piştgriya xwe ji bo kirina referadnomê ragiahand û da zanîn ku maf û hedê kesî nîne ku destwerdan li îradeya gelê Kurdistanê bike.

Osman Baydemir got: "Referandom, yanî pirsîna îradeya gel mafê herî rewa ye, ez ji vir, ji qada Wanê bangî birayên xwe yên Turk dikim ku îbadet û secde dikin; hûn ji bo Fîlistînê bi dehan sale dewletê dixwazin, hûn ji bo Kibrisê rêbaza çêbûyîna 2 dewletan dixwazin, baş e bo çi heman mafan ji bo Kurdan nexwazin?"

Di Mitîngê de parlamenterên HDPê yên Wanê jî amadebûn û gel silav kirin.

Parlamenterê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan jî ji bo Kurdistan24 balê kişand ku erdnigariya Kurdistanê xwedî delemendiyên giranbuhaye, lê bi sed salane Kurd jê sûd wernagrin û bi vê referandomê û serxwebûnê dê Kurd êdî ji dewlemendiyên welatên xwe sûd bigrin. Botan diyar kir ku heta ciyekî ew bertek û nerazîbûn jî tên fêmkirin, lê bila tu kes êdî xwe li ser îradeya gelê Kurd de nebine.

Lezgîn Botan ji K24ê re jî got : "Vana dixwazin û hesdikin ku Kurd leşkerê wanbin, dane û bacê bidin wan, ji wan re karkerî bikin lê ji bo Kurdan tiştek neye xwestin. Lê belê êdî dem htiye û Kurd jî mecburin ku berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêzin û berjewendiyên Kurdan yê neteweyî jî Kurdê azade û Kurdistana azade."

Di mitîngê de, piştî axaftinên parlamenterên HDP'ê Hunermend derketin ser dikê û beşdaran coşandin.