“Mcgurk di bizavên razîkirina serkirdeyên Kurd de biser neket.”

Rojnameyên Amerîkî belav kirin ku “Nûnerê serokê Amerîka di hevpeymana navdewletî de ya li dijî DAIŞê Brett McGurk, di bizavên xwe de ji bo razîkirina serkirdeyên Kurd ji bo paşxistina referandoma serxwebûna Kurdistanê bi ser neket.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameyên Amerîkî belav kirin ku “Nûnerê serokê Amerîka di hevpeymana navdewletî de ya li dijî DAIŞê Brett McGurk, di bizavên xwe de ji bo  razîkirina serkirdeyên Kurd ji bo paşxistina referandoma serxwebûna Kurdistanê bi ser neket.”

Jêderên rojnamevanî diyar kirin ku "Derxistina daxuyaniya Koşka Sipî roja înê piştî ku Perlemana Kurdistanê encamdana referandomê pesend kir, dide xuyakirin McGurk nekariye serkirdeyên Kurd bi paşxistina referandomê razî bike û di bizavên xwe de bi ser neket."

Bi gotina şopêneran, Koşka Sipî ji Herêma Kurdistanê xwestiye ku referandomê paşbixe, ji ber ku bi nerîna Amerîka dibe ku referandom bibe kelemek li pêşya sere li dijî DAIŞê.

Herweha di daxuyaniya Koşka Sipî de hatiye, Amerîka daxwaz ji Herêma Kurdistanê kiriye ku dest bi diyalogeke ciddî li gel Bexdayê bike û Amerîka amade ye alîkariya herdu aliyan bike ji bo çarekirina pirsgirêkan.

Lê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, roja înê, di festîvaleke cemawerî de li bajarokê Amêdî ku ji bo piştevaniya referandomê hatibû lidarxistin got: “Bi ti awayî referandomê paş naxin û madam ew kesên daxwaza paşxistinê dikin rêzê li pirensîpên xwe nagirin û ew kesên bangeşeyê ji bo mafê mirovan û dîmukratiyê dikin rêzê li qurbanyaniyên xelkê Kurdistan nagirin, wê demê emê jî di roja diyarkirî de, referandoma serxwebûna Kurdistanê encam bidin û hesab ji bo gotin û nerînên ti kesî nakin.”

Herweha Barzanî got: “Heya niha ti bedîlek negihiştiye destê me da em referandomê paş bixin.” û daxwaz ji xelkê Kurdistan kir, guh nedin gotin û daxuyaniyên vala û di roja 25/9/2017 biçin ser sindûqan.

Li Amerîka heya niha helwesteke zelal û yekalî li ser referandomê tune ye, Ji ber ku peyvdara wezareta derve ya Amerîka ragihandibû: “Ew haydarî gotûbêjên di navbera McGurk û serkirdeyên Kurd nebûne.”

Tevî zêdebûna bizavên navxwe û yên navdewletî ji bo paşxistina referandoma serxwebûna Kurdistanê, lê Herêma Kurdistan xwe ji bo roja referandomê amade kiriye û rojane aheng û festîvalên cemawerî ji bo piştevaniya serxwebûna Kurdistanê saz dike.

Ji aliyê xwe ve, sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê Mehemed Hacî Mehmûd ragihand, Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk û Balyozên Amerîka, Brîtanya û Fransayê û Nûnerê NY yên li Iraqê roja 14ê Îlonê ew pêşniyaz danîn pêş Serokê Herêma Kurdistanê û gotin, heger ew pêşniyaz hate redkirin, Herêma Kurdistanê tehemula encaman dike.

ragihand, “McGurk û balyozên wan welatan pêşniyaza paşxistina referandûmê ji bo 2 salan kirin, da ku di civînên Netewên Yekgirtî de dosya Iraq û Herêma Kurdistanê û referandûmê bê gotûbêjkirin.

Derbarê helwesta serkirdayetiya Kurd li hember wê pêşniyazê de, Mehemed Hacî Mehmûd dibêje: “Di rastiyê de wan tiştekî berceste nexistin ber dest. Bersiva Serok Barzanî jî ew bû, pêwîst e ew bedîl ji referandûmê bihêzir be, wê demê dikarin wê babetê ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê gotûbêj bikin, ta biryarê bi komî bidin.”

Herwiha dibêje: “Heger ew di wê babetê de cidî ne, bila wê pirsê bixin ber destê Netewên Yekgirtî û demekê ji referandûmê re diyar bikin, wek çawa li Başûrê Sudanê, Timora Rojhilat û Montenegro kirine, heger wa dem diyar kirin û di wê derbarê de biryar ji Netewên Yekgirtî derket, wê demê serkirdayetiya Kurd wê babetê lêkolîn bikin.

Di dawîn gotara xwe de ji bo pêkhateyên deşta Neynewa, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser bedîlê ku hatiye pêşniyarkirin got: “Ew bedîlê hatiye pêşniyarkirin, tenê axaftin e.”