Amerîka û NY bo avedankirina Sûriyê mercekê datînin

Wezîrê Derve yê Amerîka û Nûnerê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê mercekê li pêş avedankirina Sûriyê datînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka û Nûnerê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê mercekê li pêş avedankirina Sûriyê datînin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeoû Nûnerê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura ragihandin, ti axaftinek derbarê avedankirina Sûriyê de nayê kirin, ta bi yekcarî çareseriya siyasî ji krîza wî welatî re neyê dîtin.

Wezarta Derve ya Amerîka ragihand, Pompeo û De Mistura li ser wê yek lihev kirin, ku divê hemû alî li riyên çareseriya siyasî bigirine ber.

Herwiha ragihand jî, hîna zû ye ku behsa avedankirin Sûriyê were kirin.

Tekez kirin, jî, çareseriya siyasî li gor biryara 2245 a Encûmena Asayişa Navdewletî be û destûra Sûriyê jî were serastkirin û hilbijartinên pêşwext werin encamdan.

Derbarê koçber penaberan de, Pompeo got: “Ev pirs divê bi beşdariya dam û dezgehên navdewletî bin û piştî rewşa ewlehiyê li Sûriyê peyda bibe.”

Berî çend rojan Komîta Aborî û Civakî ya Rojavayê Asyayê ya ser bi Netewên Yekgirtî ve (ESCWA) ragihandibû, pêwîstiya avedankirina Sûriyê bi nêzîkî 400 milyar Dolaran heye.

 

 

S. B