Daxwaza azadkirina Demirtaş hate redkirin

Namzedê HDP ê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş ev nêzîkê du sal in di girtîgehê de ye û 15ê Gulanê ji aliyê parêzerên wî ve serlêdana 19emîn dageha giran ya Enqerê hatibû kirin ku, bê berdan

K24 – Navenda Nûçeyan

Namzedê HDP ê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş ev nêzîkê du sal in di girtîgehê de ye û 15ê Gulanê ji aliyê parêzerên wî ve serlêdana 19emîn dageha giran ya Enqerê hatibû kirin ku, bê berdan.

Lê belê ev daxwaza berdana Demîrtaş hatibû redkirin. Parlementerên HDPê û parêzerên Demîrtaş nerazîbûna xwe nîşanî vê biryara dadgehê dabûn û daxwaznameya îtîraza xwe radestî 20.emîn dadgeha giran kiribûn ku Demîrtaş bê berdan. Lê belê ev serlêdan jî hate redkirin.

Parêzerên Demîrtaş li ser medyaya ciwakî ragihand ku ji ber sedema gumana reşkirina delîlan daxwaza berdana Demîraş hatiye redkirin. Perêzerên Demîrtaş niha dê serî li dadgeha bilind bidin ji bo berdana Demîrtaş.

 

 

C.B