Teqînek li Xaneqîn çêbû û 2 welatiyan canê jidest dan

Li gundê Merdan yê nêzîkî Xaneqînê li bakurê Rojhilatê parêzgeha Diyale, zilamekî û hevjîna xwe canê xwe jidest dan û 3 zarokên wan birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Germiyan Herêm Caf ragihand, ku di encama teqîna bombeke vedayî de li gundê Merdan yê nêzîkî Xaneqînê li bakurê Rojhilatê parêzgeha Diyale, Zilamekî û hevjîna xwe canê xwe jidest dan û sê zarokên wan birîndar bûn û birînên yekî ji wan giran in".

Jêderekî asayişa Xaneqînê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ji Kurdistan24ê re got: "Endamên wê malbatê dixwestin biçin gundê xwe ji ber ku xaniyekî nû ji xwe re ava kiribûn, lê bombeyeke vedayî bi wan ve teqiya û di encamê de, bav û dayik canê xwe jidest dan û sê zarokên wan birîndar bûn".

Di nava heftiyekê de, ev pêncemîn bombe ye li sînorê devera Xaneqîn diteqe, akinciyên deverê sedema teqînan û valahiya emnî ji bo wê yekê vedigerînin, ku piştî 16ê Cotmeha sala 2017an, hêzên Pêşmerge li navçeyê neman û Heşda Şeibî û artêşa Iraqê nikarin ewlehiya deverê biparêzin.

 

N.O