Gorbachev: Mûşekbarîna Sûryê rahênana şerekî mezin e

Gorbachev: Ew êrîşa mûşekî ti encameke nû ji wê re nabe û nayê qebûlkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Dawîn serokê Yekîtiya Sovyetê Mikhail Gorbachev ragihand, ku êrîşa mûşekî ji aliyê Amerîka û hevpeymanên wê ve, li dijî Sûrya, tenê rahênana berî şerê rastyane ye.

Li gorî nûçeyeke ajansa Sputnik ya Rûsî, Gorbachev ragihandiye, ew êrîşa mûşekî ti encameke nû ji wê re nabe û nayê qebûlkirin.

Duh 14ê Nîsanê destê sibehê, di piroseyeke serbazî hevbeş de, heryek ji Amerîka, Birîtanya û Frensa, çend bingehên serbazî yên artêşa Sûryê bordûman kirin.

Di wê êrîşê de, embarên çekan, bingeheke serkirdatiya artêşê li Hemayê, embareke çekan li Himsê, Navenda Lêkolînên Zansitî li Şamê, sîstema berevaniya ezmanî li ser çiyayê Qasyûn û hêzên gardên komarî hatin armanckirin.

N.O