Necmedîn Kerîm: Plan hebû Herêma Kurdistanê jî dagîr bikin

Rêveberiya Rewşenbîrî ya Hunerî ya Mêrgesorê û Navenda Rewşenbîrî ya Mêrgesorê sala çarem e Dîdara Mêrgesorê birêve dibin, îsal jî behsa parastina destkeftên Herêma Kurdistanê û bihêzkirina hesta netewî li cem take Kurd dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Rewşenbîrî ya Hunerî ya Mêrgesorê û Navenda Rewşenbîrî ya Mêrgesorê sala çarem e Dîdara Mêrgesorê birêve dibin, îsal jî behsa parastina destkeftên Herêma Kurdistanê û bihêzkirina hesta netewî li cem takê Kurd dikin.

Parêzgarê Kerkûkê beşdarî paneleke wê dîdarê bû û ji K24ê re ragihand, piştî referandûmê metirsiyeke mezin li ser Herêma Kurdistanê hebû, lê serkirdatiya Kurd û bi taybet Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê karîn rûbirûyî wan êrîşên tund yên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser Herêma Kurdistanê li Mûsil û Pirdê bibin.

Ragihand jî, ew yek jî bû sedema  herêm bê parastin, ji ber ku plan hebû Kerkûk, navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û Herêma Kurdistanê dagîr bikin.

Li ser rewşa Kerkûkê jî Necmedîn Kerîm got: “Kerkûk hatiye dagîrkirin û niha DAIŞ li wir bihêz bûye û metirsî dirust kiriye.”

Di panela yekem de, di bin navê “Rola Serkirdatiya Herêma Kurdistanê di parastina destkeftên Kurdistanê de” her yek ji Dr. Necmedîn Kerîm, Berpirsê Mihwerê Mexmûr - Giwêr Sîrwan Barzanî û siyasetmedar Mesûd Heyder hizr û nerînên xwe pêşkêş kirin.

 

S. B