Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê endamê DAIŞ bû ye?

Mûzahim Hûwêt ji Kurdistan24 re eşkere kirk u, Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rekan Cibûrî berê endamê DAIŞ bû ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê hozên Ereb ê herêmên Kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistanê Mûzahim Hûwêt, diyarkir ku, Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rekan Cibûrî siyasetên mezhebî û nîjadperestî birêve dibe û îdîayek mezin anî rojevê.

Mûzahim Hûwêt ji Kurdistan24 re eşkere kir ku, Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rekan Cibûrî berê endamê DAIŞ bû ye.

Herweha Hûwêt destnîşankir: “Parêzgarê sepandî dixwaze nakokiyan bixe nav Kurd û Ereban. Hewlên Erebkirina Kerkûkê em wekî hewlên fitneyê dibînin, ku dixwaze nakokiyan di navbeyna her dû gelan de derbixe.”

Hûwêt destnîşankir ku, di raporên ji DAIŞ bidest ketî de, tê dîtin ku, Cibûrî endamê DAIŞ bû ye û navê wî di rêxistinê de Ebû Xetîce bû ye.

 

 

C.B