Dergeheke din di nav Herêma Kurdistan û Tirkiyê de hat vekirin

Qayimqamiya Mêrgesorê: Dergeha Zêtê di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de, li devera Mêrgesorê ye û 150 Km dûrî Bakurê Rojihelatê Hewlêrê ye.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Sala 2014an biryara vekirina dergeha Zêtê, li devera Mêrgesûrê, di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de hat dayin, lê bi sedema kirîza abûrî û şerê li dijî DAIŞê, karên vekirina wê dergehê hatin rawestandin, piştî derxistian DAIŞê ji navçeyên Kurdistanî careke din bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ku di 18/5/2018an de hatiye îmzekirin, dest bi karên vekirina wê dergehê hat kirin.

Ew cihê ku biryar e bibe dergeheke fermî ji bo bazirganî û geştyariyê, di navbera Hewlêr û Hekarê de ye. Zêtê wek yekemîn dergeha sînorî di navbera Hewlêr û Tirkiyê de ye, di rojên dahatî, wê dest bi vekirina riya wê dergehê bê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Qayimqamiya Mêrgesorê Xefûr Mele Siwar, dawîn zanyarî derbarê vekirina wî dergeha Zêtê ji Kurdistan24ê re eşkere kir û got: Dergeha Zêtê di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de, li devera Mêrgesorê ye û 150 Km dûrî Bakurê Rojihelatê Hewlêrê ye. Bi vekirina wê dergehê, wê bihevguhertina bazirganî û tevgera geştyarî di navbera herdu aliyan de baş bibe û abûriya akinciyên deverê û avakirin li wê deverê zêde bibe.

N.O