Hîna zêdetir ji 3 hezar Êzidî di destê DAIŞê mane
K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîsgeha Rizgarkirina Êzidiyên Revandî amareke nû derbarê Kurdên Êzidî de belav kir, li gor wê amarê hîna 3 hezar û 84 welatiyên Êzidî di bin destê DAIŞê de mane û rizgar nebûne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Li gor wê amarê:
Hejmara giştî ya Êzidiyan li Iraqê: 550 hezar kes.
Hejmara koçberan: 360 hezar welatî.
Hejmara şehîdan: Yek hezar 293 şehîd.
Hejmara zarokên bê bav: 759 zarok.
Hejmara zarokên bê dayik: 407 zarok.
Hejmara zarokên bê bav û bê dayik: 359 zarok.
Hejmara zarokên di destê DAIŞê de mane: 220 zarok.
Hejmara gorên bikomî yên hatine vekirin: 69 gor. Ji bilî vekirina bi dehan gorên takekesî.
Hejmara mezargeh olî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine teqandin: 68 mezargeh.
Hejmara welatiyên koçberî derv bûne: 90 hezar welatî.
Roja 3ê Tebaxa 2014an DAIŞê êrîşî ser Şingalê kir û dagîr kir û 6 hezar û 417 welatî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin, ji hejmarê 3 hezar û 548 jin bûn û 2 hezar û 869 jî mêr bûn.
Hejmara rizgarbûyan: 3 hezar 334 kes.
Ji wê hejmarê, keçên temen di ser 18 saliyê re: Yek hezar û 159 jin.
Hejmara nêrîneyên temên di ser 18 saliyê re: 337 kes.
Hejmara zarokên keç ên temen di bin 18 saliyê re: 962 zarok.
Hejmara zarokên kur ên temen wan di bin 18 saliyê re: 876 zarok.
Bi giştî ta niha 3 hezar û 84 welatiyên Êzidî ji jin û mêran di destê DAIŞê de mane û hîna nehatine rizgarkirin.
S. B